Wezîrê Derve yê Pakistanê bi Wezîrê Derve yê Îranê re civiya
Wezîrê karên derve yê Pakistanê bi wezîrê karên derve yê Îranê re hevdîtin pêk anî û li ser mijarên balkêş ji bo dualiyan gotûbêj kirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, wezîrê karên derve yê Pakistanê Bilawel Bhutto Zerdarî ser vexwendina fermî ya wezîrê derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan serdana Îranê kiriye û bi amadebûna li Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê Emîr-Ebdullahiyan ve hat pêşwazîkirin.
Biryar e wezîrên karên derve yên Îran û Pakistanê di civîneke hevpar a rojnamevanî de bersiva pirsên rojnamevanan bidin.
Wezîrê karên derve yê Pakistanê piştî ku gihêştibû Têhranê ji aliyê alîkarê sekreterê giştî û rêvebirê giştî yê başûrê Asyayê yê Wezareta karên derve ya Îranê ve hatibû pêşwazîkirin.
Ev yekem serdana berpirsekî pilebilind ê Pakistanê bo Îranê di hikûmeta nû ya Îslamabadê de ye.
Wezîrê karên derve yê Pakistanê piştî hevdîtinên fermî yên digel serokomar, wezîrê karên derve û wezîrê rê û bajarvaniyê yê Îranê, dê sibê, Çarşemê seredana Herema pîroz a hezretê Riza (S) îmamê heştemîn ê şîeyan li Meşhedê bike.
Serdana Bilawel Bhutto Zerdarî bo Îranê hevdem e bi 75emîn salvegera pêkanîna peywendiyên dîplomatîk di navbera her du welatên cîran û dost ên Îran û Pakistanê de.