Serokkomarê Venezuelayê serdana Parka Teknolojiyê ya Perdîsê kir
Serokkomarê Venezuelayê serdana Parka Teknolojiyê ya Perdîsê li rojhilatê Tehranê kir.
Nîkolas Madûro Serokkomarê Venezuelayê û komeke wezîr û alîkarên wî îro serdana Parka Teknolojiyê ya Perdîsê kir.
Di vê serdanê da wezîrên derve, cotkarî, têkilîgirtin, zanist û teknolojî, veguhestin û geştyariyê yên Venezuelayê hevrêtiya madûro kir.
Madûro Serokkomarê Venezuelayê piştî serdana Parka Teknolojiyê ya Perdîsê hêvî kir ku bi alîkariya Îranê Parka Zanist û Teknolojiyê li Venezuelayê were damezirandin.
Ji aliyê din va, Îsa Zarê' Pûr wezîrê têkilî û teknolojiya zanyariyan ê Îranê di hevdîtina di gel Alfrêd Nazarês wezîrê têkiliyê yê Venezuelayê tevî tekeziya ser vêya ku du welatên Îran û Venezuelayê di 20 salên derbasbûyî da peywendiyên stratejîk ên kêmdîtî hebûne, got: Têkilî û teknolojî dikarin rewşê ji bo berfirehkirina peywendiyan bi taybet navbera gelên du welatan xweş bikin.
Alfrêd Nazarês jî di vê hevdîtinê da tevî tekeziya li ser vêya ku berfirehkirina peywendiyên stratejîk tev Komara Îslamî ya Îranê di hemû waran da ji bo Karakasê gelekî girîng e, got: Warên weke hukimdariya dîjîtal, Regûlatorî, berfirehkirina binesaziyên têkilîdanînê, îcadkirin û damezirandina platformên xwecihî û hevpar û hevkariyên dualî di warê berfirehkirina teknolojiya zanyariyan li parkên teknolojiya zanyariyan li her du welatan dikarin bibin sermijarên hevkariyên du welatan.