Hezîran 12, 2022 16:17 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Çêkirina keştiya neftê ji bo Venezuelayê kêrhatîbûna aboriya ser bingeha berxwedanê diselimîne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Radestkirina keştiya neftê ya îranî bo Venezuelayê nîşan dide ku îradeya gelên têkoşer gelekî bihêztir û kêrhatîtir ji boykotên amerîkiyan e.

Li gorî IRAN Pressê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji radestkirina keştiya neftê ya çêkirî li Îranê bo welatê Venezuelayê yê dost, her wiha got: Di rewşekê da ku dijminên Îran û Venezuelayê hewil didin bi sepandina gelek sînordariyan û boykotên zalimane rê li ber pêşketina gelên Îran û Venezuelayê yên azad bigirin, radestkirina keştiya neftê ya 113 hezar tonî ya çêkirî ji aliyê mihendis û pêşeyên keştîçêkirinê yên Îranê va bo Venezuelayê, mînakek ji potensiyel û şiyanên zehf ên Îranê di warê şandina xizmetên teknîkî bo cîhanê û selimandina kêrhatîbûna aboriya ser bingeha berxwedanê ye.,

Nîkolas Madûro serokkomarê Venezuelayê jî tevî sipasiya ji Îranê ji bo çêkirina keştiya neftê ji bo wî welatî, got: Çêkirina keştiya neftê ji bo kompaniya nefta Venezuelayê, bernameya Hogo çavêz serokkomarê Venezuelayê yê mirî ji bo xurtkirina pêşeya nefta vî welatî bû.

 

Serepeyv