Hezîran 11, 2022 21:51 Asia/Tehran
  • Rêberê Giranqedr ê Înqilabê: Tekane rêya serkeftina li hember zextên Amerîkayê berxwedan e

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî teqez kir: Tecrubeya serkeftî ya Îran û Venezuelayê nîşan da ku tekane rêya serketina li hemberî zextên Amerîkayê berxwedan e.

Li gor rapora navenda ragihandinê ya Nivîsîngeha Rêbertiya Inqilabê, Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî ya Îranê, berêvariya îro (şemiyê) bi Nicolas Maduro serokomarê Venezuelayê û şanda pê re hevdîtin pêk anî û bal kişand ser berxwedana Îran û Venezuelayê li hemberî zext û zorên giran û şerê tevlîhev ên Amerêkayê û got: Tecrûbeya serkeftî ya her du welatan nîşan da ku tekane riya rûbirûbûna van zextan berxwedan e.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha bal kişande ser pêşketin û destpêşxeriyên zanistî û teknolojiyê yên Komara Îslamî ya Îranê li salên derbasbûyî û got: Ev pêngavên mezin di rewşekê de hatine avêtin ku girantirîn û bêmînaktirîn siza û fişarên li ser gelê Îranê hatine sepandin û Amerîkî bi xwe jî navê “zexta herî zêde” lê kirine.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî tekez kir: Berxwedana gelê Îranê bû sedema têkçûna siyaseta zexta herî zêde, bi awayekî ku herî dawî yek ji berpirsên siyasî yên Amerîkayê peyva “Têkçûna bi Serşûrî”  jê re bikar anî.

Hezretê ayetulah Xamineyî bi pêşwazîkirina ji îmzekirina belgeya hevkariyê ya 20 salî di navbera Îran û Venezuelayê de got: Hevkariyên demdirêj pêwîstî bi şopandina peymanan û temamkirina wan heye.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî bal kişande ser hevkariyên dilpakane yên navbera Îran û Venezûelayê û got:  Peywendiyên ti welatekî qasî pêvendiyên Îran û Venezuelayê wiha nêzîk û semîmî nînin û Komara Îslamî ya Îranê jî nîşan daye ku di dema metirsiyê de xwe dixe xeterê û destê dostên xwe digire.

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî ya Îranê her wiha pesna  helwêstên dijî siyonîstî yên serokomarê Venezuelayê da û got: Helwêsta we ya vê dawiyê li hemberî Rejîma Siyonîst gelek rast û wêrek bû.

Di civînê de ku Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî jî tê de amade bû, Serokomarê Venezuelayê piştgiriya Îranê li têkoşana dijwar a Venezuelayê li hemberî Amerîkayê bi nirx hesiband û sipasiya Îranê kir û got: We dema ku rewşa Venezuelayê pir dijwar bû û tu welatekî alîkariya me nedikir we alîkariya me kir daku em ji rewşa dijwar derkevin.

Serokomarê Venezuelayê li bara rewşa dijwar a aborî ya welatê xwe di van salên dawî de, got: Amerîkiyan li dijî welatê me dest bi şerekî gav bi gav û piralî kirin, lê me karî rabin ser piyan û ji firsendên ku sizayan pêşkêşî me kirin me karî sûdê werbigirin da ku dest bi rûbirûbûnek berfireh li dijî êrişa Amerîkayê bikin.

Maduro her wiha bal kişand ser vê yekê ku welatê wî mesela Filistînê wek pirseke mirovî ya pîroz dibîne û got: Ji ber vê baweriyê Rejîma Siyonîst bi riya Mossadê li ser komployên dijî Venezuelayê berdewam e.

Serepeyv