Hezîran 11, 2022 21:02 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Riya kûrkirina hevkariyên Îran û Venezuelayê dê bê serastkirin

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Bi îmzakirina nexşeriya hevkariyên giştalî yên Îran û Venezuelayê, riya kûrkirina hevkariyên her du welatan ji berê zêdetir dê bê serastkirin.

Belgenama hevkariya Îran û Venezuelayê li warên siyasî, çandî, aborî, nift û petroşîmiya, geştiyariyê û belgenama 20 salî ya civaka stratîjîk îro danê sibê bi amadebûna serokomarên Îran û Venezuelayê hat îmzekirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan îro (şemiyê) bi Carlos Faria wezîrê karên derve yê Venezuelayê re hevdîtin pêk anî û li ser mijarên balkêş ji bo du welatan bi hev re gotûbêj kirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: îmzakirina nexşeriya hevkariyên giştalî di navbera her du welatan de, dê rê li ber kûrtirbûna hevkariyên du welatan serast bike û hêvî xwest ku di pêşerojê de bi zêdekirina peywendiyan û geştên pêşeroj, belgenama 20 salî. dê were şopandin û bicihanîn.

Wezîrê karên derve yê Venezuelayê jî li vê hevdîtinê got: "Ji bo derbasbûna nav dewreke nû ya hevkariyan derfeteke baş heye û em ji nêzîk ve şahidê pêşveçûnên Îranê di warên aborî, pîşesazî û warên din de rewşa hebûna dorpêçan de ne."

Carlos Faria got, "Em bi temamî bi rayedarên Îranê re hevbîr in ku ceza dikarin bibin derfet."

Serepeyv