Hezîran 11, 2022 13:13 Asia/Tehran
  • Maduro: Têkoşîna li dijî kolonyalîzm û emperyalîzmê armanca hevpar a Îran û Venezuelayê ye

Serokomarê Venezuelayê got ku armanca hevpar a Îran û Venezuelayê têkoşîna dijî kolonyalîzm û emperyalîzmê li seranserê cîhanê ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, Nicolas Maduro ku roja Îniyê di serokatiya heyeteke payebilind a siyasî-aborî de serdana Îranê kiriye, li hevpeyvîna taybet bi kanala bi zimanê Spanî ya Hispan TV re, destnîşan kir ku Venezuela û Îran li refên herî pêş ên afirandina cîhanek bê emperyalîzm û bê hêzxurtên mezin in û got, serdema serweriya leşkerî ya Amerîkayê li ser cîhanê bi dawî bûye.

Serokomarê Venezuelayê bi tekezkirina ser vê yekê ku mirovahî di rewşa veguhertinê de ye û sîstemeke siyasî ya nû li cîhanê pêk tê, got: Divê Venezuela û Îran di hemû waran de bi hev re bixebitin û zanyariyên xwe ji bo afirandina cîhanek nû parve bikin.

Maduro bal kişand ser wêrekiya Îranê ya şandina tankerên sotemeniyê bo Venezuelayê û got: Îranê tevî ceza û tehdîdên Amerîkayê sotemenî radestê Venezuelayê kir û ev jî ji me re gaveke hêja ye.

Serokomarê Venezuelayê di beşeke din a hevpeyvîna xwe de got: Têkiliyên Venezuela û Îranê bi dehan sal in ku bi biratî bi rê ve diçin û tekezî li ser rijdbûna vî welatî ji bo berfirehkirin û nêzîktirkirina peywendiyên Karakasê bi Tehranê re kir.

Maduro diyar kir ku Karakas û Tehran xwedî paşerojeke şoreşgerî ne û her tim di şert û mercên dijwar de piştgirî dane hevdu û di dewamê de got: Her du welat ji bo berfirehkirina hevkariyê di sektora geştiyariyê de dixebitin û seferên rasterast di navbera Karakas û Tehranê de pêk tînin.

Serokê Venezuelayê pêgîrî kir ku Venezuela pêşwaziya veberhênanên Îranê li wî welatî dike û piştre got: Şanda ku niha ligel min re ye, li rêyên başkirin û bihêzkirina peywendiyan di vî warî de digere.

Maduro Filistîn wek armanc û xwesteka herî pîroz a mirovahiyê bi nav kir û got ku dîroka Filistînê hêjayî pesindayînê ye, ji ber ku mirovên ji olên cuda li wir di nav aştiyê de dijîn.

Maduro ji ber bêdengiya civaka navneteweyî li hember cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê rexne kir û got: Venezuela û Îran dê li ser piştgiriya têkoşîna filistîniyan li dijî dagîrkeriya Îsraîlê berdewam bin.

Serepeyv