Hezîran 11, 2022 12:17 Asia/Tehran
  • Pêşwaziya fermî ya Reîsî ji bo serokomarê Venezuelayê

Merasima pêşwaziya fermî ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji hevtayê xwe yê Venezuelayê hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRNA`yê, merasima pêşwaziya fermî ya serokê Komara Islamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî ji bo serokomarê Venezuelayê Nîcolas Maduro, îro Şemiyê hat lidarxistin.

Nicolas Maduro piştî ku sefera xwe ya 2 rojî ya bo Tirkiyê temam kir, duh bi serokatiya şandeke pilebilind hat Îranê.

Serdana serokomarê Venezuelayê bo Îranê li ser vexwandina fermî ya serokê Komara Îslamî ya Îranê pêk hat û li gorî ragihandina peywendiyên giştî yên Dezgeha Serokomariya Îranê, ev sefer du rojî ye.

Hevdîtin û gotûbêjên bi Serokê Komara Îslamî ya Îranê û lidarxistina civîna hevpar a heyetên pilebilind ên her du welatan ji bernamên serokomarê Venezuelayê ji bo seredana Têhranê ye.

Serokomarê Venezuelayê îniyê şev li yekem hevpeyvîna xwe bi kanala îranî ya bi zimanê Spanî (Hispan TV) re got: Di hevdîtina bi serokê Komara Îslamî ya Îranê re, dê plan û stratejiyên 20 salên bê di çarçoveya plana hevkariyê di navbera her du welatan de werin hilkolandin.

Serepeyv