Emîr-Ebdullahiyan êrîşa li ser Balafirgeha Şamê şermezar kir
Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê duh êvarê li gotûbêja telefonî tev Feysel Miqdad wezîrê karên derve yê Sûriyê êrişa Rejîma Siyonîst ser Balafirgeha Şamê şermezar kir û got: Komara Îslamî ya Îranê hertim li kêleka dewlet û gelê Sûriyê bûye û dê bimîne. wisa bike."
Berevaniya esmanî ya artêşa Sûriyê sibeha roja Îniyê rûbirûyî êrişa herî dawî ya leşkerî ya Îsraîlê li derdora Şamê bû.
Çavkaniyeke leşkerî ya Sûriyê ragihand ku artêşa Rejîma Îsraîlê çendîn êrişên esmanî li hin deverên başûrê Şamê li Girên Golanê yên dagîrkirî kirine armanc.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Emîr Ebdullahiyan di vê hevpeyvînê de ragihand: Berdewamiya êrîşên rejîma êrîşkar a Îsraîlî li ser binavahiyên Sûriyê û balafirgeh, bender û navendên din ên girîng, ne tenê binpêkirina eşkere ya serwerî û yekperçetiya axa Sûriyê ye, belkî berovajî hemû qanûn û rêgez û pirensîpên mirovî yên navdewletî ye.
Emîr-Ebdullahiyan bêdengiya ku nayê qebûlkirin ji aliyê welatan û civaka navdewletî, civakên navçeyî û navneteweyî ve bê şermî da zanîn û ev bêdengî şermezar kir.
Feysel Miqdad wezîrê karên derve yê Sûriyê jî li vê peywendiya telefonî tevî spasiya piştevaniya Komara Îslamî ya Îranê, li ser dewama berxwedana gelê Sûriyê li hemberî dagîrkerî û destdirêjiya Rejîma Siyonîstî pêgirî kir û got: Kiryar û destdirêjiyên bi vî rengî yên lez û bez ên Rejîma Îsraîlê li navçê, tirs û lawaziya vê Rejîma dagirker nîşan dide. Siyonîst ji bo ku rewşa xwe ya bêîstiqrar û lawaz veşêrin hewl didin ku ewlehî û îstiqrara navçê têk biben.
Wezîrê karên derve yê Sûriyê her wiha got: Êrişên Rejîma Îsraîlê bi armanca bihêzkirina komên terorîst ên mayî ji wan DAIŞ û Cebhet El-Nusre li Sûriyê pêk tên û helbet ew bi van êrişan jî nikarin ti karekî bikin.
Miqdad di dawiyê de tekez kir: Êrîşên bi vî rengî wê biryardariya gel û hikûmeta Sûriyê ya li hemberî dagirkerî û terorê xurtir bike.