Serokomarê Venezuelayê hat Tehranê
Serokomarê Venezuelayê di serokatiya şandeke siyasî-aborî de ji bo hevdîtina bi rayedarên payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê re gihîşt Têhranê.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ÎSNA), serdana Serokkomarê Venezûelayê Nîcolas Madûro ya Îranê ya 2 rojî li ser vexwendina fermî ya Seyd Îbrahîm Reîsî pêk hat.
Pêşewaziya fermî ji Maduro li kompleksa Sedabadê, hevdîtina bi Serokomar û civîna hevpar a heyetên Îran û Venezuelayê ji bernama serdana serokomarê Venezuelayê bo Tehranê ne.
Têkiliyên Îran û Venezuelayê xwedî dîrokeke zêdeyî sed salan e; Lê di salên 1960’an de bi hevkariya petrolê pêş ket û piştî serkeftina Înqilaba Îslamî ya Îranê di sala 1979’an de, Venezuela yek ji welatên yekem bû ku hikûmeta nû ya Îranê bi fermî nas kir.