Emîr Ebdullahiyan: Ambargoyên yekalî û zordarane yên Amerîkayê dê bi dawî bibin
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê bê şik dê di pêngava bê de dorpêçên Amerîkayê bêbandor bike ji ber ku cihê wê di qanûnên navneteweyî de nîne.
Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan ku seredana Hindistanê dike, roja Îniyê li civîna "Gavên sozdar ji bo îmkanên geşepêdana bazirganiyê di navbera Îran û Hindistanê" ku endamên Odeya Bazirganî ya Hyderabadê tê de amade bûn, got: "Hikûmeta Îranê bi biryar e ku temam û kamil bike bernama pêşveçûna aborî ya domdar.
Emîr Ebdullahiyan tekez kir: Tehrîmên yekalî û stemkarane yên Amerîkayê bi dawî dibin û namînin û gelê Îranê bi israr û zîrekiya di gava yekem de dorpêçan kêm bandor kirin û di her warê ku herî zêde cezayên li ser hatin sepandin, herî zêde pêşkeftin ji bo Îran bides ketine."
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Bendera Çabeharê li başûra rojhilata Îranê, xwediyê jêrxaneyeke baş e ku dikare rêyên derbasbûnê yên bakur-başûr û rojhilat-rojava dabîn bike û hikûmeta Hindistanê û sektora taybet ji sermayedarên herî girîng ên wê ne.