Hezîran 10, 2022 20:42 Asia/Tehran
  • Ayetullah Xatemî: Armanca biryarnama dijî Îranê ya Civata Reveberên IAEA bidestxistina avantaj û poanan e

Pêşnimêjê În yê Tehranê armanca pesindkirina biryarnamê di Civata Rêvebirên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) de li dijî Komara Îslamî ya Îranê bidestxistina avantaj û poanan da zanîn.

Pêşnûmaya biryarnama  Amerîka û troyka Ewropî ya li dijî Îranê roja Çarşemê li civîna demsalî a Civata Rêvebirên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) tevî dijberiya tund a Çîn û Rûsyayê hat qebûlkirin,

Pêşnimêjê înê yê Tehranê ayetulah “Seyd Ehmed Xatemî” bal kişande ser derxistina biryareke dijî Îranê ji aliyê Civata Reveberên IAEA li dijî Îranê û got: Aqubet bi rapora şaş a Rêvebirê Giştî yê Ajansê, biryarnama dijî Îranê ji aliyê Amerîka, Rejîma Siyonîst û hin welatên ewropî hat pejirandin.

Ayetullah Xatemî herwiha got: Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê beriya derçûna vê biryarnamê bi serokwezîrê Rejîma Siyonîstî re hevdîtin pêkanîbû û eva tê vê wateyê ku ev biryarnama bi hemahengiya tam a Rêvebirê Giştî yê Ajansê digel Rêjîma Siyonîst hat encamdan û derxistin.

Pêşnimêjê înê yê Tehran di dewamê de diyar kir: Agahiyên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê li bara çalakiyên aştiyane ên navokî yên Îranê ji aliyê Rejîma Siyonîstî ve hatine dayîn û eva nîşan dide ku di vê çarçêvê de prosa bêterfî nehatiye berçavgirtin.

Ayetullah Xatemî bi tekezkirina ser armanca derxistina vê biryara dijî Îranê ku standina poanan ji Îranê ye got: Dijminên Înqilaba Îslamî ya Îranê zêdetirî 40 sal in vî miletî diceribînin; Ev milet fîdyeyê nade tu kesî û li devê zaliman dixe.

Serepeyv