Hezîran 10, 2022 16:02 Asia/Tehran
  • Wezîrê Derve yê Îranê gihêşte Heyderabada Hidistanê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê îro înê danê nîvro bi dema herêmî gihêşte Heyderabada Hindistanê û ji aliyê rayedarên vê herêmê hat pêşwazîkirin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), "Husên Emîr-Ebdullahiyan" wezîrê karên derve yê Îranê, yekser piştî gihêştina Heyderabadê, tevlî rêza nimêjkeran bû û nimêja înê kir.

Amadebûna Emîr-Ebdullahiyan li nimêja Înê ya “Mizgefta Mekkê” a Heyderabadê rastî pêşwaziya bi heybet a nimêjkerên vî bajarî hat, bi awayê ku hatûçûna wezîrê derve yê Îranê bo vê mizgevtê bi girseya gel re hat pêşwazîkirin

Nimêjkerên Hindistanî bi dirûşma "Bimre Amerîka" Wezîrê Karên Derve yê Îran bi rê kirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê di çarçoveya serdana xwe ya bo Heyderabadê de dê bi îranî û komek ji alim û zanayên vî bajarî û endamên Odeya Bazirganî ya Heyderabadê re bicive.

Wezîrê karên derve yê Îranê roja çarşemiyê li Dêlhiya Nû bi serokwezîr, şêwirmendê ewlehiya neteweyî û wezîrê karên derve yê Hindistanê re hevdîtin pêk anîn.

Bilindkirina asta hevkariyên dualî û xêzkirina nexşerêyekê ji bo pêşxistina peywendiyan di pêşerojê de, bi taybetî di hikûmeta sêzdehan a Îranê de, ji planên wezîrê karên derve yê Îranê li serdana wî ya Hindistanê ye.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha li bajarê Dêlhiya nû bi komek ji alimên misilman ên Hindistanê re hevdîtin pêk anî.

Serepeyv