Hezîran 10, 2022 11:53 Asia/Tehran
  • Reîsî: Kes nikare bi zorê bi gelê Îranê re biaxive

Serokê Komara Islamî ya Îranê şeva pêncşemê bi gotina vîya ku pesendkirina biryarnama dijî Îranê li Civata Rêvebirên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê bi teşwîqkirina Rejîma Siyonîstî hatiye kirin, got: Kes nikare bi bi zorê bi netewa Îranê re biaxive.

Pêşnûmaya biryarnama  Amerîka û troyka Ewropî ya li dijî Îranê roja Çarşemê li civîna demsalî a Civata Rêvebirên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) tevî dijberiya tund a Çîn û Rûsyayê hat qebûlkirin,

Ev biryarname bi helwêstek siyasî û ji bo razîbûna Rejîma Siyonîstî pêşkêşî Civata Rêvebirên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê hat kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, serokê Komara Islamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî, şeva pêncşemê li dawîya serdana xwe ya bo parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî, li bersiva pirsyarekê li bara biryarnama Civata Rêvebirên IAEA li dijî Îranê, ji rojnamevanan re got: "Em di wê baweriyê de ne ku bingeha vê bûyerê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hatiye tehrîkkirin, lê bi her awayî me hertim ragihandiye ku kiryarên bi vî rengî tu carî Komara Îslamî ya Îranê naçar nake ku raweste û paşve biçe."

Reîsî bal kişande ser wê yekê ku tedbîrên bi vî rengî tu carî nikarin rê li ber pêşketina gelê Îranê bigirin û got: Divê zorbêj mafên gelê Îranê bi fermî nas bikin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku gelê Îranê bi mentiqê gotin û mafên xwe dişopîne û tu kes nikare bi darê zorê bi gelê Îranê re biaxive.

Serepeyv