Bersiva teknîkî ya Îranê ji bo rapora Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê
Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê di notekê de pirsgirêkên teknîkî ên rapora rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) eşkera kirin.
Behrûz Kemalwendî berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê li nota taybet bo IRNAyê li bara raporta Rafael Grossî rêveberê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê nivîsî: Rapora herî dawî ya IAEA, bêyî berçavgirtina peywendiya çêker û hevkariyên xwebexş ên berfireh yên Îranê bi IAEA re di warê gihandina çavdêrên IAEA bo cihên navborî, dayîna zanyariyên destpêkî û kamilker, lidarxistina civînên teknîkî û huqûqî ên hevbeş ji bo pêdaçûn û çareser kirina van kêşeyên navborî de hatiye raberkirin.
Kemalwendî di dewama nivîsa xwe de diyar kir: "Xala girîng ew e ku IAEA li gorî agahiyên nederbasdar û sexte yên ku ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hatine pêşkêşkirin, mijarên hanê xistine rojevê."
Berdevkê Ajansa Enerjiya Atomê herwiha nivîsiye ku IAEA tekezî li ser wêneyên nederbasdar ên satelaytê dike ku bi rewşa niha ya wan cihan re ne hevaheng in.
Kemalwendî eşkere kir ku eger kiryarên Ajansê li ser bingeha zanyariyên aliyên sêyem yan jî çavkaniyên azad bibin, wê demê divê were gotin ku bi giştî awayê komkirin û gihandina zanyariyan ji çavkaniyên curbicur derbarê welatan de bo Ajansê, dikare bibe sedema binpêkirinan û bikaranînên nerewa, ji aliyê hin aliyên sêyemîn ve ji bo ku li hemberî welatên hedef bigihêjin armancên xwe ên siyasî.