Hezîran 04, 2022 14:20 Asia/Tehran
  •  Rêberê Înqilabê: Dijmin dê nekarin gelê Îranê bidin hemberî nîzama îslamî

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî salvegera 33an a koça dawî ya Îmam Xumeynî (RE) da got: Li Komara Îslamî hokara gel hokara gelekî girîng e û dijmin dê nekarin gel bidin hemberî nîzama îslamî.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sibeha roja Şemiyê di kombûna bicoş a gel li tirba pîroz a rêberê kebîr ê Înqilabê ku piştî du salan bi awayê hizûrî hat lidarxistin da, tevî tekeziya li ser vêya ku roja îro berêxwedana gel bi dîn û înqilabê bêguman zêdetir ji destpêka Înqilabê ye, amaje bi hin mînakên berbiçav ên beşdariya bicoş a gel di sipasiya ji berxwedan û rûhaniyetê kir.

Wî got: Oxirkirina miliyonî ya bedena tîketîkebûyî ya şehîd Silêmanî û rêzgirtina li wî mêrê înqilabî, têkoşer û mucahid û oxirkirina cenazeyê û diyarkirina hestên gel derbarê koça dawî ya merce û feqîhên qedirbilind weke ayetullah Safî Gulpayganî û ayetullah Behcet di gel rêzgirtina tu kesayetiyekî siyasî û hunerî yên din li welêt nayê qiyaskirin û nîşana baweriya gel bi rûhaniyet, dîn, cîhad û berxwedanê ye.

Hezretê ayetullah Xamineyî tevî şirovekirina hegera hesabên lipeyhev şaş ên dijminên Îranê, bal kişande ser hejmareke şêwirmendên îranî yên xayîn di pêkanîna van hesaban da û got: Ev şêwirmendên xayîn tenê tenê xiyaneta li welatê xwe, belkî xiyanetê li amerîkiyan jî dikin; Ji ber ku bi van şêwirînên şaş dibin sebeba şikesta wan.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî yek ji sebebên dijminatiya di gel Komara Îslamî, navbirdanîna cidî di gel welatên rojavayî ji aliyê Îmam Xumeynî (RE) va da zanîn û got: Piştevaniya ji Filistînê û dayîna balyozxaneya Rejîma xesbker bo gelê Filistînê, rexnekirin ji durûtî û cinayetên welatên ewropî û Amerîkayê wek mînakên girîng ên navbirdanîna navbera şaristaniyet û raman û nîzama îslamî û şaristaniyet û ramana rojavayî ne.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha tevî amajeya bi diziya deryayî ya dewleta Yûnanê ji Îranê, got: Demek beriya niha dewleta Yûnanê bi destûra amerîkiyan nifta Îranê dizî; Lê dema ku mêrxasên cangorî yên Komara Îslamî, keştiya nifta dijmin desteser kir, wan di propagandaya xwe ya giştalî da Îranê bi diziyê tawanbar kir, di halekî da ku ew bûn ku nefta me dizîn û vegerandina malê diziyê, ne dizî ye.

 

Serepeyv