Rêberê Înqilabê li tirba paqij a Îmam: Îmam Xumeynî (RE) rûhê Komara Îslamî ye
Merasima salvegera koça dawî ya melekûtî ya Îmam Xumeynî îro Şemiyê bi beşdariya hogir û hezkiriyên mîmarê mezin ê Înqilaba Îslamî û hezkiriyên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li tirba paqij a hezretê Îmam Xumeynî (RE) bi xwndina hin ayetên Qurana Kerîm dest pê kir.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi pêşwaziya beşdaran derbasî cîgeha axaftinê li tirba paqij a Îmam Xumeynî (RE) bû û axaftina xwe dest pê kir.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Îmam Rûhê Komara Îslamî ye; Eger ev rûh ji Komarê were standin û sersarî lê were kirin, dê tenê neqşek li ser dîwêr bimîne.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Derbarê kesayetiya Îmam Xumeynî hatiye axaftin, lê tevî vêya tiştên negotî gelekî zêde ne. Gelek ji berûlayên kesayetiya Îmam hema wisa nenas mane. Nifşa niha ya Înqilabê, Îmamê ezîz bi duristî nas nake, tê nagihêje, mezinahiya Îmam (RE) nizane. Îmam kesayetiyekî istîsna bû û naskirina Îmam ji vê hêlê va girîng e ku alîkariya wan ji bo rêvebirina welêt di pêşerojê da ye.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Îmam tenê Îmamê duh nîne; Îmamê îro û sibe ye jî. Nifşa ciwan a îro ku biryar e berpirsyariya neteweyî û înqilabî ya pêngava duyem a Înqilabê bigire ustiyê xwe, hewcedar e ku bi nermalaveke rasteqîn bikare rêya Înqilabê bi duristî derbas bike, hewcedarê nermalaveke piştrast û giştalî ye, ev nbermalav ku dikare alîkar û çêkera guherînan be, heman dersên Îmam e.