Hezîran 02, 2022 15:21 Asia/Tehran
  • Pêşniyara fermî ya Îranê ji Rêxistina Hevkariya Şanghayê re ji bo diyarkirina pereyê yekgirtî

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê di warê dîplomasiya aborî de, pêşniyara Îranê ji Rêxistina Hevkariya Şanghayê re ji bo diyarkirina diravê yegirtî ji bo hêsankirina bazirganiya di navbera endaman de xeber da.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mehdî Seferî, alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê di warê dîplomasiya aborî de destnîşan kir: Me meh û nîvek berê wek endamekî çavdêr di nameyekê de ji Rêxistina Hevkariya Şanghayê re pêşniyar kir ku di nav endaman de pereyê yekgirtî were diyarkirin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Karûbarên Diplomasiya Aborî her wiha got: Em vê namê dişopînin û em hêvîdar in ku ev fikir bi cih were. Heger ev fikir were cîbicîkirin, dikare pirsgirêkên bazirganiyê yên di navbera Rêxistina Hevkariya Şanghayê û welatên bihêz ên wekî Çîn, Hindistan, Pakistan û Rûsyayê de çareser bike.

Seferî her wiha li ser girîngiya xurtkirina hevkariyên Îranê bi endamên Rêxistina Hevkariya Aborî ya Behra Reş re destnîşan kir: Divê em karibin kanalên pêwendiyên bi welatên endamên vê rêxistinê re pircur û pirreng bikin û ji riyên curbicur ên wekî Ewropaya Bakur, Asya Navîn û Qafqasyayê bigihîjin. Yek ji wan riyên ku em dikarin bigihêjin bakurê Ewropayê Deryaya Reş e ku bi rêya Çîn, Bender Ebbas, Komara Azerbaycanê, Gurcistan û Deryaya Reş û ji Romanya û Sirbistanê derbasî welatên din ên Ewropayê dibe.

Serepeyv