Hezîran 02, 2022 12:37 Asia/Tehran
  • Îranê hişyarî da Amerîka û sê welatên Ewropayê

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ji Amerîka û 3 welatên Ewropayê re got: An hûn dikarin bijardeya dîplomasiyê bişopînin an jî berovajî vê yekê tevbigerin, em ji bo her duyan jî amade ne.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Seîd Xetîbzade berdevkê wezareta karên derve yê Îranê îşev (çarşemî) di twîtekê de nivîsî: Rejîma Israîlî wek dijminê yekem yê Rêkeftina Navokî û wek înkarkerê peymana NPTê û li Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur wek tenê xwediyê çekên atomî ye. Em vê yekê baş dizanin, Dinya jî wê dizane.

Xetîbzade amaje bi wê yekê jî kir: Dem hatiye ku her sê welatên Ewroî û Amerîka dev ji xwe li xewêxistinê berdin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê got: "Ew dikarin bijardeya dîplomasiyê bişopînin an jî berovajî vê yekê tevbigerin." Em ji bo her duyan jî amade ne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê pêştir di daxûyaniyekê de ragehandibû: “Emê bersiva her karekî neavakar di Civata Hakiman de bidin û berpirsên encamên wê jî li ustiyê wan kesan in ku Encumena Hakiman û rapora wê wek darê destan dibînin ji bo anîna zorê ser Îranê û lîstikên xwe yên siyasî yên li dijî Îranê. 

Reutersê roja Çarşemê ragihand ku Amerîka, Fransa, Brîtanya û Almanya pêşnîyara biryarekê derbarê bernama navokî ya Îranê pêşkêşî Civata Rêvebiran kirine.

Serepeyv