Hezîran 01, 2022 19:15 Asia/Tehran
  • Xetîbzade bertek nîşanî daxuyaniyên Fransa û Almanya yên derbarê keştiyên petrolê yên Yewnanîstanê da

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê daxûyaniyên wekî hev ên hevtayên Fransî û Almanî derbarê gemiyên nefhilgir ên Yunanistanê red kir.

Hêzên deryayî yên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Înê (26.05.2022) dest danîn ser 2 keştiyên petrolê yên Yewnanistanê ji ber binpêkirinên li avên Kendava Farsê.

Di vê çarçêvê de berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de bang li rayedarên Îranê kir ku van gemiyan berdin û got: “Em ji Îranê daxwaz dikin ku tavilê karmend û keştiyên yewnanî berde. Fransa pabendbûna xwe bi qaîdeyên hiqûqa navneteweyî ji bo piştgirîkirina azadî û ewlehiya deryayî dubare dike. Em ji Îranê daxwaz dikin ku demildest dest ji kiryarên xwe yên ku van qanûnan binpê dike, bi dawî bike."

Di vê navberê de berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê jî di daxuyaniyekê de daxwaz ji berpirsên Îranê kir, ku di zûtirîn dem de gemiyên Yewnanî û karmendên wan du gemiyan serbest berdin û herwiha got: Me ji Îranê xwestiye ku rêzê li azadî û ewlehiya deryayî bigire.

Di vê derbarê de, li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, “Seîd Xetîbzade” berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê li berteka li hemberî gotinên berdevkên wezaretên karên derve yên Fransa û Almaniyayê li bara gemiyên Yewnanistanê yên ku li Kendava Farsê hatine desteserkirin got: Em bi tundî red dikin ku van daxuyaniyên yekalî û ne rewa, ku wer xuya dike ji belavkarên wan re dayîna daxuyaniyên wiha bûye adeteke berdewam.

Xetîbzade ji van welatan re tewsiye kir ku dewsa piştgiriya nerast ji binpêkirinên ku ji hêla keştiyên Yewnanî ve hatine kirin, piştgiriya pêvajoya dadwerî û dadrêsî yên li ser bingeha hiqûqa navneteweyî bikinj ku armanc ew e ku azadiya navîgasyon û ewlehiya deryayî misoger bike.

Xetîbzade tekez kir: Mixabin ev welatên han li hember tedbîrên qanûnî yên Îranê nerazîbûnê nîşan didin û li hember desteserkirina neqanûnî ya gemiya bi ala Îranê ji aliyê rayedarên Yewnanistanê û daxistina barên wê li gor qanûnên navxwe yên welatekî din xwe bêdeng kirin."

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Destwerdanên wisa yên neguncayî li pêvajoya serbixwe ya dadwerî ya Îranê tu alîkariyekê bo çareserkirina pirsgirêkan nake. Lewma weke ku me ji rayedarên Yewnanistanê re ragihandiye, li şûna tevgerên siyasî û medyayî, gunca ye ku pirsgirêkan bi rêyên qanûnî û dadwerî bi rayedarên pêwendar ên Îranê re çareser bikin.

Serepeyv