May 31, 2022 23:12 Asia/Tehran
  • Peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bo Pop Fransîs hat ragihandin

Rêveberê Navendên zanistên dînî yên Îranê di hevdîtina di gel Rêberê Xirîstiyaniyên Katolîk li Vatîkanê, peyama devkî ya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ragihande Popî.

Li gorî rapora IRNAyê, Ayetullah Elîreza E'rafî, Rêveberê Navendên zanistên dînî yên Îranê di vê hevdîtinê da got: Piştî ku Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ji serdana min haydar bû, silav gihande cenabê te û raboriya cenabê te û têkiliyên cenabê te di gel Amerîkaya Latîn pesinand û pesna hin helwêstên cenabê te yên aramkirina têkiliyên navbera Îslam û Mesîhiyetê û berevaniya ji bindestdan da û tekez kir ku çaverêtiya me heye ku cenabê te hema wisa di berevaniya ji bindestên cîhanê û bi taybet Filistîn û Yemenê hewil bidî û helwêstên zelal û ron hilêxî.

 

Wî her wiha got: Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî çaverêtî heye ku di berevaniya ji gelê Filistînê pêngav were rakirin û çareserkirina wê li gorî ddengên gel û hilbijartina navbera tevahiya gelê resen û filistîniyan di nav da şopînerên hemî dînan, pergala desthilatdar li Filistînê pêk were.

Popî jî got: Silavê min bigehînin Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê û merce û mezinên dînî yên Îranê; Em jî tiştên ku Rêberê Înqilaba Îslamî dibêje, dipejirînin.

Hêjayî gotinê ye ku Pop Fransîs jidayîkbûyîyê Arjantînê ye û demekê sermetranê (Archbishop) bajarê Buenos Aires'ê (paytexta Arjantînê) bûye.

Ayetullah E'rafî, Rêveberê Navendên zanistên dînî yên Îranê li ser vexwendina navendên zanistî û kesayetiyên dînî serdana Îtalya û Vatîkanê kir.

 

Serepeyv