May 31, 2022 16:39 Asia/Tehran
  • Ayetullah E'rafî û Pop li Vatîkanê civiyan

Ayetullah E'rafî, Rêveberê Navendên Zanistên Dînî yên Îranê di dewama bernameyên serdana xwe ya Îtalyayê da, di gel Pop Fransîs civiya.

Li gorî nûçeya Fars Newsê ji zarê Navenda Nûçeyên Hozeyê, Ayetullah Elîreza E'rafî, Rêveberê Navendên Zanistên Dînî yên Îranê bi amadebûna li Vatîkanê di gel Pop Fransîs, Rêberê xirîstiyaniyên katolîk civiya.

Rêveberê Navendên Zanistên Dînî yên Îranê di vê hevdîtinê da ku tûşî pêşwaziya pirr germ û semîmî ya cenabê Pop hat, teekzî li ser potensiyelên fikirî û marîfetî yên Îslam, Şîetî û navendên zanistên dînî ji bo danûstandina navbera dînên Xwedayî ji bo çareserkirina kêşeyên fikirî, çandî û civakî yên mirovê hevçerx kir.

 

Serepeyv