May 30, 2022 09:06 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Bila welatên navçeyê berpirsyariya xwe derbarê toz û xubarê bi cih bînin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku roja îro çareserkirina rabûna toz û xubarê bûye daxwaza a hevpar a navçeyî, got: Çaverêtî ji hemû welatên navçeyê heye ku berpirsyariya xwe derbarê vê pirsgirêkên bi cih bînin.

Bahoza tozê ku yekemîn encama avakirina bendava mezin a Tirkiyê ye, di rojên derbasbûyî da asimanê Îran, Sûriye, Iraq û Urdinê kiriye bin bandora xwe.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di bersiva bo telefoina Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê tevî amajeya bi pirsgirêkên ji ber bahozên tozê û hatina toz û xubarê bo bajarên Îran û Iraqê, got: Guherînên keşûhewayê taybetî welatekî nînin û sînoran derbas dikin.

Wî her wiha tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji pêvajoiya ber bi pêşketinê ya hereketa gelê Iraqê û danpstandina kom û tevgerên siyasî ji bo damezirandina dewleta nû ya vî welatî, got: Pesendkirina qanûna qedexetiya asayîkirina pêwendiyan tev Rejîma Siyonîst li parlimana Iraqê kiryareke pîroz bû.

Mistefa Kazimî jî sipasiya Reyîsî ji biryara parlimana Iraqê ji bo qedexekirina asayîkirina pêwendiyan tev Rejîma Siyonîst sebeba dilhgermiya gel û dewleta Iraqê zanî û got: Filistîn ne tenê mijara misilmanan, belkî ya hemî edaletxwazên cîhanê ye û dewlet û Parlimana Iraqê jî gelek biryar û kiryar ji bo piştevaniya ji gelê Filistînê hebûne.

 

Serepeyv