Erdhejeke bi hêza 4 rîşterî başûrê Tehranê hejand
May 27, 2022 20:11 Asia/Tehran
Erdhejeke bi hêza 4 rîşterî sînorê parêzgehên Tehran û Qumê hejand.
Li gorî rapora Navenda Hejpîvandinê ya Îranê, erdhejeke bi hêza 4 rîşterî Hesen Abada Feşafûyeyê li başûrê Tehranê hejnad.
Dema erdhejê li gorî dema xwecihî saet 16:33 û kûrahiya wê 23 kîlomitr hatiye ragihandin.
Heta niha tu raporek ji ziyan û goriyên îhtimalî nehatiye belavkirin