May 26, 2022 23:07 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Em li ser bidestxistina rêkeftineke navokî ya bihêz û mayînde ciddî ne

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li kêleka lûtkeya Davosê li Swîsrê, pêgirî kir: Em li ser bidestxistina rêketinama navokî ya bi hêz û mayînde ciddî ne û dê dergehên dîplomasiyê vekirî bihêlin.

Koşka Spî sepandina cezayan li ser Îranê berdewam dike eva di rewşekê de ye ku karbidestên rêveberiya Biden berdewam siyaseta rêveberiya Trump ya zexta herî zêde li ser Îranê rexne dikin.

Gelek çavdêr di wê baweriyê de ne ku berdewamiya dorpêçên Amerîkayê li dijî Îranê di çarçoveya danûstandinên berdewam ên ji bo vejandina Rêkeftina Navokî, weke kiryareke dijminane, dikare zirarê bide vê pêvajoyê.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdulhiyan îro Pêncşemê li kêleka civîna Davosê ji CNN re axivî û got: Me vê dawiyê destpêşxeriyeke nû ji bo vejandina rêketinama navokî pêşniyar kiriye û divê serokê Amerîkayê Joe Biden dev ji siyaseta zexta herî zêde berde."

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Vegera li rêketinama navokî ya sala 2015`an bi vegera Îranê bo çalakiyên aborî yên navneteweyî ve girêdayî ye.

Emîr-Ebdulhiyan got: "Em dibin şahidê vê yekê ne ku boykotkirina Îranê ji rayedarên Amerîkayê re bûye nexweşiyeke pskolojîk û hevdemê hevdîtinên Viyenê, Biden cezayên nû li ser Îranê sepandin."

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha destnîşan kir: Pîvana Komara Îslamî ya Îranê li mijara peywendiyên Îran û Amerîkayê reftarên aliyê Amerîkayê ye.
Emîr Ebdulhiyan got: "Em hîn negihiştine wê astê ku em bikarin baweriya xwe bi aliyê Amerîkî bînin û em ne bawer in ku reftara wî hatiye guhertin."

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê: "Divê cudahiya di navbera rêveberiya Biden û Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump de bê nîşandan û siyaseta zexta herî zêde hîn jî heye."

Serepeyv