May 25, 2022 22:31 Asia/Tehran
  • Qalîbaf careke din bû Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê

Muhemed Baqir Qalîbaf bo cara sêyem wek Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê hat hilbijartin.

Li gorî rapora nûçegihanê parlemanî yê ajansa nûçeyan a Îranê Press`ê, di civîna eşkera ya îro (çarşemê) ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê de, parlemanteran bi 194 dengan ji 281 dengan Mihemed Baqir Qalîbaf wek serokê meclisê di sala sêyem a 11`emîn dewra meclisa şêwra Îslamî ya Îranê de hilbijartin.

Hêjayî gotinê ye Morteza Axatehranî 53 deng, Îlyas Naderan 21 deng û Fereydûn Abbasî 3 deng û dengên nederbasdar jî 10 deng bi dest xistine.

Di rûniştina îro ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê de, hilbijartinên lijneya rêvebiriyê jî hat kirin û cîgirên yekem û duyem ên serokê meclisê hatin nasandin. Ji tevahiya dengên ku bi dest xistine Elî Nikzad bi 168 dengan bû cîgirê yekem û Ebdulreza Mesrî jî bi 168 dengan bû cîgirê duyem.

Hêjayî gotinê ye ku ji ber wekheviya dengên Nîkzad û Misrî, li gor pişkavêtinê Nîkzad bû cîgirê yekem û Misrî jî bû cîgirê duyem.

Mojteba Zolenûrî 135 deng û Hacer Çenaranî jî 6 deng wergirtin.

Serepeyv