May 25, 2022 19:35 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî: Şoreşger mayî ji şoreşgerî girîngtir e

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li hevdîtina digel endamên meclisa şêwra îslamî destnîşan kir: Şoreşger mayî ji şoreşgeriyê girîngtir e.

Li gor rapora navenda ragihandinê ya Nivîsîngeha Rêberê Giranqedr, Hezretê ayetullah Xamineyî îro Çarşemê bi Serok û endamên meclisa şêwra Îslamî re hevdîtin pêk anî û di vê hevdîtinê de fetihkirina Xuremşehrê sembola guhertina hevkêşeyeke tal bo hevkêşeyeke şêrîn û pêkanîna rizgariya netewî da zanîn û bal kişand ser faktor û sebebên vê guhertin û got: Rêbaza derbaskirina şert û mercên dijwar, aloz û tal û bidestxistina serkeftin û pêşveçûnê, çalakiya cîhadî, îradeya qahêm, însiyatîf, fedakarî, nêrîna dûr û demdirêj û di serî de jî dilpakiya û baweriya bi Xwedayê mezin e.

Rêberê Bilind ê Înqilaba Îslamî Meclisa Şêwra Îslamî weke yek ji stûnên sereke yên rêveberiya welat bi nav kir û tekez kir: Agahiya derheq şiyan û lawaziyên xwe yek ji mijarên herî girîng û pêdivî ye ji ber ku dijmin berî ku bi şiyanên xwe ji hêvîdar bibe, zêdetir çav berdaye şaşitî û xeletiyên me.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bi amaje bi berfirehî, nifûs, erdnîgarî, dîrok û avhewaya Îranê, destnîşan kir: Birêvebirina welatekî bi pozîsyona Îranê ya hêja karekî girîng e û li gorî şert û mercên taybet ên niha yên cîhanê, bi rastî û teben karekî dijwar û tevlihev e.

Rêberê mezin ê Inqilabê herwiha bi bîr xist: Helbet di cîhana îroyîn de rêvebirî ji bo hemû welatan zehmet bûye.

Hezretê ayetulah Xamineyî li ser sebebên rewşên taybet ên ku li cîhanê serdest in, got: Hevrikiyên dijminane û gefên hêzên navokî yên li dijî hev, zêdekirina liv û tevgerên leşkerî û gef û şerê li nêzîkî Ewropayê wek yek ji herêmên ku şerên zav lê qewmîne, belavbûna bêmînak a nexweşiya hevdugir û metirsiyên xwarekê li seranserê cîhanê hemû ji wan faktoran in ku Şert û mercên îroyîn ên cîhanê taybet û dijwar kirine û di van şert û mercan de rêveberiya welatan dijwartir û aloztir bûye.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî desnîşan kir: Ji bilî wan şert û mercên ku li hemû welatan hene, Îran bi sedema pêşkêşkirina modeleke nû ku demokrasiya olî ye û bûye sedem ku tabloya birêkûpêk a sîstema serdestiyê têk biçe, hertim di warên curbicur de ji aliyê hêzên cîhanî ve di nav gêre û kêşeyan de ye.

Hezretê ayetulah Xamineyî bal kişande ser wê yekê ku Komara Îslamî xwe li hemberî hemû dijminatiyan kiriye mertal û ber bi pêş ve diçe û bi ser dikeve û di dewamê de got: Parlamenter, hikûmet, dadwerî û dezgehên din divê hemû bizanin ku di çi rêveberiyeke mezin û giring de ne û anagorî vê yekê divê ew pir haje xwe hebin.

Serepeyv