May 25, 2022 10:54 Asia/Tehran
  • Pirsgirêka qûm û tozê, mijara şêwirên Emîr-Ebdullahiyan bi wezîrên derve yên Sûriye, Iraq û Kuweytê re ye

Wezîrê karên derve yê Îranê di çarçoveya şêwirên berfireh ên xwe yên telefonî bi wezîrên karên derve yên hin welatên navçê re ser pirsgirêka rabûna bahoz qûm û tozê, bi wezîrên karên derve yên Sûriye, Iraq û Kuwêtê re axivî.

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan bal kişande ser hestiyarî û lezgîniya birêvebirina pirsgirêka qûm û tozê ku bi eslê xwe ji aliyê hin welatên biyanî ji welatên herêmê re çê bûye û jiyana asayî ya xelkê têk daye û jiyana normal metirsîdar kiriye.

Di vê derbarê de wezîrê derve yê Îranê û hevtayên xwe lihev kirin ku şandeke teknîkî ya pispor ku ji Rêxistina Jîngehparêzî û Wezareta Derve û saziyên din yên pêwendîdar ên Îranê pêk tê, bilez biçe Îraq û Sûriyê da ku li meydanê û di pevguhertina nerîn û lihevkirina digel hevtayên xwe de, mijara hevkariyên hevbeş ên herêmî ji bo çareserkirina pirsgirêka qûm û tozê xistin rojeva şopandina bilez û lêgerîna çareseriyên bibandor.

Di vî warî de, ji ber ku beşek ji hevkariyên navçeyî ji bo çareseriya pirsgirêka qûm û tozê, maye ser beşdariya çalak û hevkariya hikûmeta Siûdiyê, biryar hat dayîn ku ji bo ku ev welat ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê beşdarî vê destpêşxeriya herêmî bibe û bibe alîkar.

Her wiha di şêwirên telefonî yên wezîrê karên derve yê Îranê li gel hevtayên wî yên Sûriye, Iraq û Kuweytê, biryar hat dayîn ku civîneke hevbeş a taybet a herêmî di vê derbarê de werin lidarxistin.

Wezîrê Derve yê Kuweytê soza şopandina şandina şandeke teknîkî ya Îranê da.

Pêştir di peywendiya telefonî ya vê dawiyê de li gel hevtayê xwe yê Tirkiyê,Emîr-Ebdullahiyan jî li ser vê mijarê gotûbêj kiribû û Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî amadebûna welatê xwe ji bo beşdariya çalak di van şêwir û hevkariyan de ragihandibû.

Serepeyv