May 24, 2022 16:00 Asia/Tehran
  • Kêşeya teknîkî, hegera seretayî ya ketina balefira şêrr a fêrkariyê li rojhilatê Îsfehanê ye

Berpirsê pêwendiyên gelemperî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li parêzgehên Îsfehan, Yezd û Çar Mehal û Bextiyariyê kêşeya teknîkî wek hegera seretayî ya ketina balefira şêrr a fêrkariyê li rojhilatê Îsfehanê da zanîn.

Vê sibê (Sêşemî) balefireke F7 li navçeya gelemperî ya Nayîna Îsfehanê di dema temrînên guleavêtinê yên fêrkariya asimanî, ji ber kêşeya tekbîkî ket xwarê.

Serheng Resûl Mutemidî, Berpirsê pêwendiyên gelemperî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li parêzgehên Îsfehan, Yezd û Çar Mehal û Bextiyariyê di gotûbêja bi IRNAyê ra got: Ev balefir ji cûreya fêrkariyê û memûriyeta wê guleavêtina asimanî bûye.

 

Wî bi gotina vêya ku hegerên ketina vê balefirê tên vekolandin, got: Rewşa hewa tu bandorek di ketina vê balefirê da tunebûye û teşxîsa seretayî ev e ku balefirê kêşeya teknîkî hebûye.

Berpirsê pêwendiyên gelemperî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li parêzgehên Îsfehan, Yezd û Çar Mehal û Bextiyariyê got: Mixabin di vê bûyerê da balefirvan û alîkarê wî şehîd bûne.

 

Serepeyv