May 24, 2022 09:37 Asia/Tehran
  • Pîrozbahiya 3ê Xordadê: Salvegera azadkirina Xuremşehrê

Îro Sêşemî, 24ê meha Gulanê hevdem digel 3ê meha Xordadê, salvegera azadkirina bajarê Xuremşehrê li başûrê rojavayê Îranê di sala 1982an a Koça Tavî da ye.

Ev roj li rojhejmêra Komara Îslamî ya Îranê wek "Roja Berxwedan, Jixwebihûrîn û Serketinê" hatiye binavkirin.

Li seranserî salên tijî şanazî yên serdema Berevaniya Pîroz (Şerê sepandî yê heştsalî yê rêjîma Beisa Iraqê li dijî Îranê) rojine mezin hatine tomarkirin ku mezinahî û girîngiya wan wê hertim li bîra mirov bimîne û roja 3ê Xordadê, roja azadkirina bajarê Xuremşehrê li heyama Şerê sepandî yê heştsalî yê rêjîma Beisa Iraqê bi dîktatoriya Sedamê îdambûyî li ser Îranê jî yek ji van şanaziyên serdema heştsalî ya Berevaniya Pîroz e.

Hemaseya azadkirina Xuremşehrê bi hemî berûlayên wê yên leşkerî, hemasî û çandî, xaleke girîng a werçerxanê li dîroka Înqilaba Îslamî ya Îranê ye û vîn û morala dijî serdestîxwaziyê ya gelê Îranê, roja îro bihêztir û qahîmtir ji berê hema wisa di riya geşatiyê da ye.

3ê Xordadê anku 24ê Gulanê ne tenê azadkirina Xuremşehrê bi bîr dixe, belkê cangorîtî û berxwedanên bêhempa yên parêzvanên Îrana Îslamî li hemberî hêzên destdirêjker e.

Îran û gelê Îranê roja îro careke din bîreweriya azadkirina Xuremşehrê bi bîr tîne û rêzê lê digire.

 

Serepeyv