May 23, 2022 08:02 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro dê serdana Omanê bike

Berdevkê dewleta Îranê tevî amajeya bi serdana îro (Duşemî) ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Omanê, got: Pêwendiyên dîplomatîk ên Îranê bihêz didomin.

Li gorî rapora IRNAyê, Elî Behadorî Cehrumî, Berdevkê dewleta Îranê di twîterê da nivîsî: Piştî Tacîkistan, Tirkmenistan, Rûsiye û Qeterê, Oman pêncemîn meqsseda serdana derveyî ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê ye.

Reyîsî li ser vexwendina fermî ya Heysem bin Tariq Alê Seîd siltanê Omanê îro di serê taximeke payebilind da dê berê xwe bide Mesqeta paytexta vî welatî.

Hefteya derbasbûyî jî bi armanca amaddekirina zzemîneyên berfirehkirina pêwendiyên aborî û bazirganî navbera Îran û Omanê, taximeke 50 kesî ji bazirgan û çalakên aborî yên Îranê serdana wî welatî kir.

 

 

Serepeyv