May 22, 2022 23:51 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku 3 kesên din ji ber vîrûsa koronayê mirine.

Li gorî Navenda Peywendî û Ragihandina Giştî ya Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê îro yekşemê ragihand: Di 24 saetên dawî de 3 kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) canê xwe ji dest dane û hejmara miriyan gihêşt 141 hezar 274 kesan.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê her wiha ragihand: Li gorî pîvanên teqez ên teşhîsê, ji duh heta îro 312 nexweşên nû bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) li vî welatî hatin tespîtkirin û bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşan gihîşt 7 milyon û 230 hezar û 53 kesan.

Li gorî vê raporê, heta niha li Îranê 7 milyon û 33 hezar û 986 nexweş baş bûne yan jî ji nexweşxanên Îranê derketine.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 37 hezar û 940 dozên vaksîna Koronayê li wî welatî hatiye derzîkirin.

Wezareta Tenduristiyê ragihand: Heya niha 64 milyon û 487 hezar û 631 kesan doza yekem, 57 milyon û 781 hezar û 757 kesan doza duyem û 27 milyon û 429 hezar û 607 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine. Hejmara vaksînên ku li Îranê hatine derzîkirin heta niha gihîştiye 149 milyon û 698 hezar û 995 dozan.

Serepeyv