Di êrişeke terorîstî de pasdarekî parêzvanê heremê şehîd bû
Fermangeha Pêwendiyên Giştî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî di daxuyaniyekê de ragihand ku yek ji pasewanên parastina Heremê di encama kiryareke terorîstî de şehîd bûye.
Peywendiyên Giştî yên Sipahê Pasdaran ên Inqilaba Îslamî li daxûyaniyekê de şehadeta Parêzvanê birûmet ê serhengê pasdar Seyad Xudayî di kiryareke terorîstî de ya ji aliyê mirovên dijî Înqilaba Îslamî û pêkhateyên ser bi îstikbara cîhanî ragihand.
Vê navendê di daxuyaniya xwe de herwiha diyar kir: Îro Yekşemê li yek ji kuçeyên ku dikeve ser kolana Mucahidînê Îslamê li rojhilatê Tehranê, parêzvanê Heremê “serhengê pasdar Seyad Xudayî” bû armanca cinayeteke terorîstî ya ji aliyê mirovên dijî inqilabê û pêkhateyên ser bi Îstikbara cîhanî û şehîd bû.
Di vê daxuyaniyê de bi pîrozbahî û sersaxiya şehîdbûna parêzvan û cangoriyê heremê “Serheng Seyad Xudayî” ji malbata wî şehîdî re tekez kir: Çalakiya pêwîst bo naskirin û girtina êrîşkar yan jî êrîşkeran hatiye plankirin û berdewam e.
Şehîd “Seyad Xudayî” dema ku di hundirê otombîla xwe de li ber deriyê mala xwe bû, hat terorkirin.