May 21, 2022 12:21 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemê diçe Umanê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja duşemê li ser vexwendina fermî ya Siltanê Umanê dê sefera vî welatî bike.

Li gorî rapora IRNA`yê, serokê Komara Islamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî li ser vexwandina fermî ya Sultanê Umanê Heysem Bin Tariq Al Seîd ya li dewama dîplomasîya cîrantiyê berfirehkirina têkiliyên aborî, siyasî û çandî roja duşemiyê dê biçe Mesqetê. 

Civîna fermî li Koşka El-Îlim, hevdîtina dualî bi Siltanê Umanê Heysem bin Tariq El Seîd, îmzekirina çend belgeyên hevkariyê, hevdîtina bi Îraniyên niştecîh û hevdîtina bi karsaz û çalakên aborî yên Omanî re ji mijarên sereke ya serdana yek-rojî ya Omanê ne. 

Serdana Reîsî bo Mesqetê, yekem seredana serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Umanê di heyama siltanê nû yê vî welatî û pêncemîn sefera wî ya derve li 9 mehên damezirîna dewleta 13`an e.

Hefteya borî şandek ji 50 karsaz û çalakvanên aborî yên Îranî, bi mebesta xweşkirina rê li ber berfirehkirina peywendiyên aborî û bazirganî di navbera Îran û Umanê de, çûn Umanê.

Serepeyv