May 20, 2022 10:15 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê: Azerbaycana Rojava mînaka tam a çandî, dîrokî û şaristaniyetê ji bo gelê mezin ê Îranê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Parêzgeha Azerbaycana Rojava mînaka tam a komplekseke çandî, dîrokî û şaristaniyetê ji bo gelê mezin ê Îranê ye û tirk û kurd, sune û şîe li vê parêzgehê pêk ve dijîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Înê di destpêka serdana xwe ya parêzgeha Azerbaycana Rojava li bakurê rojavayê Îranê da û li balefirgeha navneteweyî ya Şehîd Bakirî ya Ûrmiyê got: Azerbaycana Rojava beşddariyeke watedar di serdema Berevaniya Pîroz hebûye û sînorvaniya gelê wê jî mînak e.

Reyîsî tevî rêzgirtina li şehîd û îsargerên vê paarêzgehê, got: Gelek potensiyel li vê parêzgehê hene ku divê geş bibin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Cotkarî, kan, hebûna navendên zanistî, zanîngeh û hêzên mirovî yên kêrhatî sermiyanên binirx ên vê parêzgehê ne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê beriya vêya serdana 20 parêzgehên welêt ji wan Hormuzgan, Qum, Yezd, Luristan, Zencan, Simnan, Erdebîl, Faris, Xûzistan, Sîstan û Belûçistan, Xorasana Başûr, Îlam, Kuhkîlûye û Bûyêr Ehmed, Bûşêhr, Gîlan, Gulistan, Mazenderan, Xorasana Rezewî, Elborz û Qezvînê kiriye.

 

Serepeyv