Emîr-Ebdullahiyan: Enerjî û veguheztin stûnên pêşvebirina hevkariya Tehran-Bakûyê ne
Êvariya roja çarşemiyê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina Şahîn Mustefayêv alîkarê serokwezîrê Komara Azerbaycanê li Têhranê, sektorên enerjî û veguhestinê du stûna sereke yên zêdekirina hevkariyên aborî yên Têhran û Bakûyê nirxand.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, "Hisên Emîr-Ebdullahiyan" wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li vê hevdîtinê, hatûçûna şande û heyetên du welatan bo welatên hevdu û amadebûna hevdem a Cîgirê Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li Bakuyê û "Şahîn Mistefayêv" li Tehranê, nîşana biryardariya her du welatan ji bo pêşxistina hevkariyan di warên curbicur da zanîn û anegorî xwestekên serokomarên her du welatan bo kûrtirkirina hevkariyên Îran û Komara azerbaycanê, pêgîrî li ser vê yekê kir ku divê rayedarên du welatan hemû hewlên xwe ji bo bilezkirin û pêşdebirina peywendiyan bi kar bînin.
Pêwîstiya hêsankirina hatûçûna hevwelatiyên her du welatan ji ber kontrolkirina nîsbetî ya vîrusa Koronayê, danûstandin û hevkariyên di navbera parêzgehên sînorî xalên din ên vê hevdîtinê bûn ku Emîr-Ebdullahiyan behsa wan kir.
Alîkarê serokwezîrê Komara Azerbaycanê her wiha hevdîtina serokê Komara Islamî ya Îranê û serokê Komara Azerbaycanê li çarçova lûtkeya ECO li Eşqabatê wek xala werçerxanê ji bo destpêkirina qonaxeke nû li peywendiyên di navbera her du welatan de nirxand.
Şahîn Mistefayêv her wiha pêşhatên herî dawî yên têkildarî cîbicîkirina lihevkirinên Komîsyona Hevbeş a Hevkariya Aborî ya di navbera her du welatan û projeyên aborî yên di navbera her du welatan de di warên enerjî û veguhestinê de şîrove kir.
Alîkarê serokwezîrê Komara Azerbaycanê ku di serokatiya şandekê de hatiye Têhranê, pêştir bi Rostem Qasimî wezîrê rê û bajarvaniyê Îranê û general Mihemed Baqirî serokerkanê giştî yê hêzên çekdar yên Îranê hevdîtinên cuda pêk anîbû.