Reîsî: Hevkariya Tehran û Havanayê stratejîk e
Serokê Komara Îslamî ya Îranê şeva çarşemê li hevdîtina bi Ricardo Cabrisas Ruiz alîkarê serokwezîrê Kubayê re li Tehranê, dilxweşiya xwe ji encamên Komisyona Hevkariyên Aborî ya Hevbeş a Îran û Kubayê nîşan da û got: Berfirehkirina peywendiyan bi welatên Amerîkaya Latîn û bi taybetî bi welatên serbixwe re û rawestana li ber zêdexwaziyên rejîma mêtînger û îstîkbar a cîhanî ji Îranê re jî pir girîng e çawa ku ji Kuba re girêng e.
Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomariyê, serokê Komara Islamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî, peywendîyên Tehran-Havanayê bi stratejî wesif kir û got: Pêwîst e îmkanên curbicur ên du welatan ji bo pêşxistina hevkariyên di warê bazirganî, aborî, cotkarî, tendirustî û dermankirinê de bên bikaranîn.
Serokê Komara Islamî ya Îranê her wiha destnîşan kir: Têkiliyên Îran û Kubayê yên erênî û çêker dikarin li qada peywendiyên navneteweyî yên her du welatan jî berfireh bibin.
Reîsî herwiha got: Hevkariya avaker a her du welatan di warê tendirustî û silametiyê de, potansiyeleke mezin a berfirehbûnê heye û Îran û Kûba dikarin bi sekinîna li ser hêza navxweyî di warên curbicur û hilberîna berhemên stratîjîk de li ser piyên xwe rawestin.
Alîkarê serokwezîrê Kubayê jî her wiha peyama serokomarê welatê xwe pêşkêşî serokê Komara Îslamî ya Îranê kir û bal kişand ser xwesteka welatê xwe ji bo pêşxistina hevkariyên aborî û bazirganî bi Komara Îslamî ya Îranê re.
Ricardo Cabrisas Ruiz, peywendiyên siyasî, aborî û bazirganî yên Tehran û Havanayê bi stratejî û kûr bi nav kir û got: "Bi planên kurt, navîn û demdirêj, em dikarin peywendiyên Îran û Kubayê ji asta peywendiyên dualî berferehtir bikin û bigihînin danûstendinên piralî yên li herêma Amerîkaya Latînî.
Peywendiyên Tehran û Havanayê di çend dehsalên dawî de hertim geş bûne û bi taybetî endamtiya Îranê di Tevgera Bêalîbûnê de, pêwendiyên her du welatan zêde ji berê li hev nêzîktir kiriye. Her du welat li hemberî siyasetên îstikbarî û hegemonîk ên Amerîkayê wek serokê bloka rojava, nêrînên hevbeş hene û dixwazin li hemberî destwerdanên neqanûnî yên Waşîngtonê di karûbarên navxweyî yên welatên din de û herwiha sepandina cezayên yekalî, bisekinin.