May 18, 2022 14:43 Asia/Tehran
  • Tekeziya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li ser cewanbûna hêzên mirovî yên Îranê

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hewildana ji bo zêdekirina nifşê û cewanbûna hêzên mirovî yên welêt û peydakirina rêkarê ji bo rizgarkirina welêt ji pêşeroja tirsnak a pîrbûna nifûsê siyaseteke bingehîn û ji erkên pêwîst da zanîn.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi peyamekê bo çalakên warê nifûsê ku îro di civîna Erkantiya neteweyî ya Nifûsê hat xwendin, hewildana ji bo zêdekirina nifşê û cewanbûna hêzên mirovî yên welêt û piştevaniya ji malbatê, ji erkên herî pêwîst ên berpirs û gel da zanîn.

Hezretê Ayetullah Xamineyî got: Ev erk derbarê kes û navendên bibandor û avakerê çandê, xwedan tekeziyeke zêdetir e û ev siyaseteke bingehîn ji bo pêşeroja demdirêj a Îranê ye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Lêkolînên rastbêjane yên zanistî nîşan daye ku ev siyaset dikare bi xwedûrkirin ji hemû ziyanên muhtemel an nediyar were pêşdabirin û pêşeroja welêt jê were behremendkirin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî di vê peyamê da şîret li berpirsên vê xêra mayînde kir ku li kêleka tevdîrên qanûnî û yên weke wê, girîngiyê bidin avakirina çandê di atmosfera gelemperî û pergala tenduristiyê.

 

Serepeyv