May 18, 2022 12:38 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Bila pirsgirêka toz û xubarê bi awayê bingehîn bi danûstandina bi welatên cînar were çareserkirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekezî li ser çareserkirina bingehîn a pirsgirêka toz û xubarê li welêt kir.

Bahoza toz û xubarê di rojên derbasbûyî da asimanê hin welatên rojavayê Îranê ji wan Sûriye, Urdin û Iraqê xistiye bin bandorê.

Ev bahoza tozê yekemîn encama avakirina bendava mezin li Tirkiyê ye.

 

Bahoza vê dawiyê ya tozê di destpêkê da li beşeke mezin a Iraq û Sûriyê rabû û piştra derbasî Îranê bû.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di civîna taxima dewletê da tevî amajeya bi zêdebûna toz û xubarê li parêzgehên cûr bi cûr bi taybet li Xûzistanê, Rêxistina Jîngehê erkdar kir ku bi hevkariya Wezareta karên derve û saziyên din ên têkildar, vê mijarê çareser bikin.

 

 

Serepeyv