May 18, 2022 12:30 Asia/Tehran
  •  Li Parlamentoya Tirkiyê strana Dar Hêjîrokê hat gotin

Parlamentera CHPê Nurhatay Altaca Kayişoglu li parlamentoya Tirkiyê li hemberî qedexekirina konsera hunermenda Kurd Aynur Dogan a ji aliyê şaredariya Kocaeliyê ve nerazîbûn nîşan da.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Parlamentera CHPê ya Bursayê Nurhatay Altaca Kayişoglu strana Darhêjîrokê ya ku ji aliyê Aynur Dogan ve hatî gotin di nava hola parlamentoyê de stra.

Kayişoglu di axavtina xwe de destpêkê strana "Everyway That I Can" ya Sertab Erener a ku di sala 2003an de di pêşbirka Eurovisionê de bi ser ketibû got û paşê jî strana Aynur Dogan “Dar Hejiroke” got.

Ev yek piştî wê tê, konserta hunermenda Kurd Aynur Dogan li Derînceya Kocaelî ya Tirkiyê hatibû plankirin ji hêla şaredariya navçeyê ve hat qedexekirin. Piştre jî gelek hunermend û serkirdeyên partiyên siyasî qedexekirina konsertê şermezar kirin.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî duh di civîna koma partiya xwe de nerazîbûn nîşanî qedexekirina  konsera hunermenda Kurd Aynur Dogan ji aliyê Şaredariya Dêrinceyê ve dabû.

Serepeyv