May 12, 2022 20:21 Asia/Tehran
  • Li Yezdê erdhejek bi pileya 4 rîşteran pêk hat

Li derdora Behabadê ya parêzgeha Yezdê erdhejek bi hêza 4 rîşterê hejand.

Li gorî Navenda Erdhejnasiya Netewî ya Enstîtuya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê, îro pêncşemê erdhejek bi hêza 4 rîşterê li “Behabad”a parêzgeha Yezdê hejand.

Li gorî vê raporê, erdhejek bi tundiya 4 rîxter li 16 km ya Behabad a Yezdê, 47 km Kuhbanan a Kirman û 55 km Bafgha Yezdê di kûrahiya 10 km de rû da.

Heta niha ti agahî derbarê xisarên muhtemel ên erdhejê nehatine bidestxistin.

Serepeyv