May 12, 2022 14:48 Asia/Tehran
  • Kemalwendî: Hevkariya Îranê bi Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê re berdewam e

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê ji berdewamiya hevkariyên Komara Îslamî ya Îranê û Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê agahî dan.

Berdevkê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê, Behrûz Kemalwendî di hevpeyvînekê de ligel ajansa Mêhr, bersiva îdiayên Rafael Grossî, Rêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê da. Îdiayên ku di medyayê de belav bûye, dibêje, Uraniyom li cihên nediyar hatiye dîtin û Îranê ev mijara rohn û zelal nekiriye, Kemalwendî di bersiva vê îdiayê de got:  “Li ser gotinên xerîb û neçaverêkirî yên Rafael Grossî ji aliyê serokê şanda Îranê li Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê vekolîn tên kirin.”

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku: "Wer xuya dike gotinên belavbûyî yên ser navê rêveberê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê hatine berevajîkirin, wekî ku berê jî di demên diyarkirî de tiştek wiha qewmî bû."

Kemalwendî her wiha got: Li gorî daxuyaniya hevpar a ku vê dawiyê di navbera Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê û Komara Îslamî ya Îranê de hatiye îmzekirin, hevkarî di mijarên pêwendîdar de tên şopandin û nabe di vê demê de ji aliyê IAEA ve nirxandineke din were kirin.

Di rojên derbasbûyî de, hin dezgehên ragihandinê yên rojavayî ji zarê Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Grossi ragihandin ku Îranê bernama navokî ya veşartî heye û Îran xwe wezîfedar nizane bersiva vê nezelaliyê bide loma ew ji ber îdiaya dîtina uraniyomê li navendên navokî yên neragihandî berpirsyar e.

Serepeyv