May 11, 2022 14:36 Asia/Tehran
  • Tekeziya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li ser perwerdekirina nifşa bi pênaseya neteweyî ji bo pêkhatina şaristaniyeta geş a îslamî

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî Pergala Perwerdehiyê wek perwerdekera nifşeke avakerê şaristaniyetê da zanîn û got: Nifşa nûciwan û ciwanan divê xwedan pênaseya neteweyî û îslamî-îranî, xwebawer, berxwedêr, agah bi ramanên Îmam Xumeynî, zanyar û kêrhatî were perwerdekirin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Çarşemiyê di hevdîtina tev bi sedan mielimên Îranê, tevî amajeya bi armanca ddemdirêj a îcadkirina şaristaniyeta nûjen û geş a îslamî, got: Çavkaniyên mirovî, binesaziya her şaristaniyetekê ye û avakerên şaristaniyeta nûjen a îslamî nifşek e ku aniha li bin destê mieliman e, loma girîngî û nirxa karê mielimiyê divê ji vê hêlê va were famkirin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Ev nifş bi vê armanca gelekî mezin divê xwedan pênaseya îranî-îslamî, baweriyên qahêm û kûr, xwebawer, xwerist, hişyar li hemberî şaristaniyetê jinavçûyî yên rojhilat û rojava, zanyar û kêrhatî be da ku bikare wê şaristaniyeta mezin damezirîne.

Hezretê Ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi perwerdekirina kesên girîng ji perwerdehiya piştî Înqilabê da, got: Bi bereketa hewildana mieliman di çar dehikên dawî da, kesên kêrhatî di warên cûr bi cûr da mezin bûne, lê têrê nake û ji bo wê şaristaniyeta geş û pêşketî, divê ev cûre perwerdekirin berfireh bibin.,

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî têgihîştina nirxa berxwedan û berxwedêrbûnê ji hewcetiyên xwendekaran da zanîn û got: Di cîhana ku her kes, çi rojava û çi rojhilat, zorbêjiyê dike, nifşa pêşerojê divê nirx û girîngiya berxwedanê ji niha va fêr bibe da ku bi saya van fêrkariyan bibe avakerê şaristaniyetê û gel û welêt serfiraz bike.

 

 

Serepeyv