May 11, 2022 13:01 Asia/Tehran
  • Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî baregehên terorîstan li bakurê Iraqê dan ber êrîşê

Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Çarûemiyê bi êrîşên topxane û dronan baregehên komên terorîst li bakurê Iraqê dan ber êrîşê.

Komên terorîstî di çend salên dawî da bi piştevaniya Amerîka û Rejîma Siyonîst hewil dane bi kiryarên terorîstî, zexta herî pirr a ewlehiyê li dijî Îranê bi rêya nearamkirina navçeyên sînorî û hawîrdora welêt zêde bikin.

Ev tevgerên terorîstan her car li gorî şerxwaziyên wan, tûşî bersiva pêwîst ji aliyê Îranê bûye.

Li gorî rapora IRNAyê, Biryargeha Hemze Seyilul Şuheda (S) a Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi daxuyaniyekê ragihand, Li pey şerxwaziyên vê dawiyê yên komên terorîst ên ser bi istikbara cîhanî û şandina tîmên terorîstî ji bo têketin û pêkanîna operasiyonên dijî ewlehiyê û xerabkariyê li axa Îranê, bi kiryarên itilaatî û operasiyonî yên deqîq, tîmeke çekdar a terorîstî kete davika itilaatî ya têkoşerên Biryargeha Hemze Seyidul Şuheda ya Hêza bejahî yab Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û hemî endamên vê tîma 5 kesî li şaristana Baneya Îranê hatin girtin.

Li gorî vê daxuyaniyê, Li pey îtirafên endamên vê koma terorîstî derbarê armanc û niyetên xwe yên xerabkarane û kirêt li dijî Îrana Îslamî, roja Çarşemiyê baregehên terorîstên bicihbûyî li bakurê Iraqê ketin ber êrîşa têkoşerên Biryargeha Hemze Seyidul Şuheda ya Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û hatin jinavbirin.

12ê Adarê jî 2 baregehên sîxoriyên yên MOSADa Rejîma Siyonîst li Hewlêra Iraqê ketin ber mûşekên nuqtejen ên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî.

 

Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi caran hişyrî daye ku bi tu awayî hebûn û çalakiya komên terorîstî li kêleka sînorên bakurê rojavayê welêt tehemil nakin û di rewşa çalakiyên dijî ewlehiyê, dê bersivên qahêm bidin wan.

 

Serepeyv