May 10, 2022 19:32 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Îro li Îranê rêjeya mirina bi Koronayê gihişte asta herî kêm û di 24 saetên dawî de 3 kes ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara giştî ya miriyên ji ber vê nexweşiyê gihîşt 141 hezar û 192 kesan.

Di 24 saetên borî de ji bilî Tehranê ku 2 nexweşên "Covid-19" û Alborzê jî nexweşeke vê vîrusê jiyana xwe ji dest dan, şukra Xwedê li hemû parêzgehên din ên welêt ti kesî jiyana xwe ji dest neda.

Li gorî Navenda Ragihandin û Têkiliyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Sêşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsiyê, li Îranê 460 kesên din bi Covid-19 ketin ku li Îranê bi giştî hejmara kesên ku bi Covîd-19ê ketine derket 7 milyon û 226 hezar û 219 kesan.

Şukra Xwedê heta niha 7 milyon û 10 hezar û 698 kes baş bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

952 nexweşên bi Covîd-19ê ketine li beşên lênihêrîna kûr û giran ên nexweşxanan tên tedawîkirin.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 65 hezar û 62 dozên vaksîna Koronayê li wî welatî hatiye lêdan.

Wezareta Tenduristiyê ragihand: heta niha 64 milyon û 398 hezar û 577 kesan doza yekem, 57 milyon û 648 hezar û 380 kesan doza duyem û 27 milyon û 216 hezar û 318 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine û hejmara vaksînên ku li Îranê hatine lêdan gihîştiye 149 milyon û 263 hezar û 275 dozan.

Serepeyv