May 09, 2022 18:14 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Karker di rêza pêşîn a sekinîna hemberî dijmin rawestiyan

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî karker wek stûna sereke ya xêveta berhemanînê da zanîn û got: Karker di rêza pêşîn a sekinîna hemberî dijmin rawestiyan.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Duşemiyê di hevdîtina tev komeke karkeran, armanca vê hevddîtinê qedirgirtin û sipasiya ji wan û tekeziya li sser nirx û girîngiya karkirinê bi xwe da zanîn û tevî amajeya bi nêrîna îslamê li "Karker" û Mijara "Kar", got: Berovajî nêrîna koledariyê ya pergala kapîtalîst û dirûşmeyên pergala hilweşiyayî ya komonîzmê, nêrînma Îslamê li karkeran, qedirnasane û nirxmedar e û li gorî vê yekê ye ku Pêxemberê Îslamê (S) destê karker radimîse.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi vîn û moralên neteweyî û ronî yên karkeran di warên leşkerî, aborî û siyasî da, got: Mînaka berbiçav a warê leşkerî, pêşkêşkirina 14 hezar şehîdan di serdema Berevaniya Pîroz da ye û eger careke din jî meseleya leşkerî biqewime, civaka karkeriyê bêguman dê di bereyên pêşîn da be.

Wî derbarê vînên neteweyî yên karkeran di warê aboriyê da jî got: Yek j siyasetên sereke yên istikbarê ji destpêka serketina Înqilaba Îslamî jikarxistina berhemanîna welêt bû ku di salên dawiyê da û girankirina boykotan, ev armanc tam xuya bûye, lê karkeran bi berxwedana xwe rê li ber pêkhatina vê armancê girt û di vî warî da stûna sereke ya xêveka berhemanînê bûn.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha tevî amajeya bi tehrîkên karkeriyê ku ji destpêka serkeftina Înqilabê hebûne, got: Armanca van tehrîkan veguherîna civaka karkeriyê bo tablo û nîşana nerazîtiyên gelanî bû; Lê karkeran di warê siyasî da jî handêr û tehrîkker têk dan û hertim li kêleka nîzam û înqilabê bûne û hene.

 

 

Serepeyv