May 06, 2022 23:15 Asia/Tehran
  • Pêşnimêjê Îniyê yê Tehranê: Siyonîst îro di bin dorpêça bereya berxwedanê de ne

Pêşnimêjê Îniyê yê Tehranê got: Dijminê siyonîst di bin dorpêça Berxwedana Îslamî de ye.

Xetîbê nimêja înê ya Tehranê hucetul-îslam wel-muslimîn “Seyd Muhemed Hesen Ebû Turabî-Ferd” diyar kir ku roja îro mesela yekem di alema Îslamê de Filistîn e û got: Tevî reftarên nemirovane li deverên dagîrkirî û li ser xalên pişkinînê, zêdetir ji 200 hezar kes beşdarî kombûna mezin ya nimêja Înîyê ya Qudsê bûn, ku ev yek ji bo misilmanan gelek hêvîdariyê dixuliqîne û ji bo dijminên Îslamê bêhêvîtî û dilsariyê diaferîne.

Pêşnimêjê înê yê demkî yê Têhranê bi gotina vê yekê ku Rejîma Siyonîst heta berî niha di pozîsyona êrişkarî de bû û şerê şeş ​​rojî sembola vê yekê bû û di dewamê de got: Di heyama 6 rojan de sê welatên îslamî ji wan Misir, Sûriye û Urdin ji aliyê siyonîstan ve hatin dagirkirin, lê îro ev pozîsyona êrişê guhertiyye û tenê bûye berevanî.

Hucetul-îslam wel-muslimîn Ebû Turabî-Ferd herwiha tekez kir: Îro siyonîst li Xezeyê, Şerîeya Rojava, Berxwedana Îslamî ya Lubnanê, Heşda Şeibî ya Iraqê û şervanên leheng ên Yemenê û Berxwedana Îslamî di bin dorpêçê de ne û rewş bi temamî hatiye guhertin û ev rê heta hilweşandina bilez a Rejîma Siyonîst dê berdewam bibe û amadebûna xelkê li meşa Roja Qudsê rê li ber vê îdealê vekir.

Pêşnimêjê Îniyê yê Tehranê bi gotina vê yekê ku roja Îna borî ummeta Îslamî di meşa guhertinaferîn ya Roja Cîhanî ya Qudsê de mewqiyeke bi rûmet xuliqand û got: Medyayên cîhanê bi vê yekê îtiraf kirin ku meşa Roja Cîhanî ya Qudsê di meha Remezana îsal de li alema Îslamê bi heybeteke taybet hat lidarxistin ku soza yekitiya umeta îslamî bo parastina axa Qudsê dide.

Serepeyv