Peywendiya telefonî ya Wezîra Derve ya Swêdê bi Wezîrê Derve yê Îranê re
Wezîrên karên derve yên Îran û Swêdê li bara mijarên girîng ên dualî bi taybetî hevkariyên konsûlî yên dualî gotûbêj û şêwirîn kirin.
Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Wezareta Karên Derve, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan roja Çarşemê li ser pêwendiya telefonî ya Anne Linde Wezîra Derve ya Swêdê, bal kişand ser dadgehkirina Hemîd Nûrî hemwelatiyê Îranê ku ji sala 2019’an ve li Swêdê bi rê ve diçe got: Komara Îslamî ya Îranê girtin û dadgehkirina Nûrî neqanûnî dibîne û daxwaza azadkirina bilez a wî dike.
Emîr-Ebdullahiyan her wiha got: Cihê mixabiniyê ye ku grûpeke terorîstî ku tawanên wê li dijî gelên Îranê û heta Iraqê di serdema rejîma Beis a Sedam de eşkere bûn, bi çêkirina atmosfereke derewîn, proseya dadgehîkirina welatiyê îranî li Swêdê girtiye destê xwe.
Wezîrê karên derve yê Îran hêvîdariya xwe diyar kir ku bi saya îrade û hewlên hevbeş, peywendiyên her du welatan di warên curbicur de berfiretir bibin.
Wezîrên karên derve yên Îran û Swêdê her wiha li ser dewama şêwir û gotûbêja berdewam li ser mijarên rojeva peywendiyên her du welatan li hev kirin.
Hefteya borî balyozê Swêdê li Tehranê derbarê girtina Hemîd Nûrî welatiyê Îranî yê ku li Swêdê girtî ye, bo Wezareta Derve ya Îranê hatibû gazîkirin û ji nerazîbûna tund a Îranê li hember hikûmeta Swêdê di vê derbarê de hatibû agahdarkirin.