May 02, 2022 00:33 Asia/Tehran
  • Balyozê Swêdê bo Wezareta Derve ya Îranê hat bankirin

Piştî berdewamiya girtina siyasî ya Hemîd Nûrî ji aliyê hikûmeta Swêdê ve, balyozê Swêdê li Tehranê hat gazîkirin û ji nerazîbûna Îranê ya li hember tohmetên bêbingeh û çêkirî yên dozgerê Swêdê yên derbarê Komara Îslamî de hat agahdarkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, li dûv dewama girtina siyasî ya Hemîd Nûrî ji aliyê Swêdê û xwendina daxwaznama sizayên li dijî wî  ji aliyê  dozgerê vî welatî li rûniştina dadgehê ya vê dawiyê li Stockholmê, Matthias Lentz balyozê Swêd li Têhranê roja yekşemiyê hat vexwendin û Îranê bi tundî li dijî Swêdê nerazîbûn nîşan da, Dozgerê Swêdê bi tometên bêbingeh û çêkirî li dijî Komara Îslamî hat tawanbar kirin.

Alîkarê wezîrê û rêvebirê giştî yê welatên rojavayî yên Ewrûpayê li wezareta karên derve ya Îranê bi tundî mehkemekirin û binçavkirina Hemîd Nûrî di bin bandora kiryarên derewîn û teşwîqên koma têrorîst a Munafiqan de mehkûm kir û bi tundî dijberiya Komara Îslamî ya Îranê kir. .

Serepeyv