Nîsan 28, 2022 23:38 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê bi minasebeta Roja Cîhanî ya Qudsê

Wezareta karên derve ya Îranê ragihand: lidarxistina referandomê bi beşdariya hemû niştecihên sereke yên Filistînê hîn jî pêşniyareke pratîk û demokratîk ji bo diyarkirina çarenivîs û paşeroja Filistînê ye.

Wezareta karên derve ya Îranê roja Pêncşemiyê bi daxûyaniyekê ji gelên cîhanê û bi taybet gelê Îranê ji bo beşdariya li bernamên bîranîna roja cîhanî ya Quds`ê amaje bi vê yekê kir ku roja cîhanî ya Qudsê bîrdariya damezrînerê mezin ê Înqilaba Îslamî, sembola yekîtî û hevgirtina cîhana islamê, sembola berevaniya ji îdeala bilind a Filistînê û piştevaniya ji têkoşîna gelê mezlûm ê Filistînê li dijî dagirkerên siyonîst e.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro mesela Qudsê ne tenê pirseke îslamî ye, belkî pirseke cîhanî û mirovî ye ku bûye pîvana azadiyê, ta radeya ku li gora gotina rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, roja îro parastina Filistînê, parastina heqîqetê ye; Rastiyek ji pirsa Filistînê pir berfirehtir; Îro têkoşîna li dijî Rejîma Siyonîst, têkoşîna li dijî mêtingeriyê û sîstema serdestiyê ye.

Wezareta karên derve ya Îranê şehîdên doza Filistînê û berxwedanê bi taybetî şehîd Serdar Serefraz, general Qasim Silêmanî fermandarê berê yê sipaha Quds a Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bi bîr anî û bal kişand ser dewama siyaseta bingehîn a piştevaniya ji têkoşîna Rizgariya Filistînê û rûbirûbûna bi dagîrker û sûcdarê siyonîst re û pêwîstiya teqez ya avakirina dewleta Filistînê li paytexta wê Qudsê, ragihand ku lidarxistina referandumê bi beşdariya hemû rûniştvanên sereke yên Filistînê hîn jî pêşniyareke pratîk û demokratîk e ji bo diyarkirina çarenûs û paşeroja Filistînê.

Serepeyv