Nîsan 28, 2022 20:49 Asia/Tehran
  • Qalîbaf: Filistîn di alema Îslamê de mijara yekem e

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bi helkefta roja cîhanî ya Qudsê got: Filistîn mijara yekem a cîhana Îslamê û umeta Îslamê ye.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Muhemed Baqir Qalîbaf di hevpeyvînekê de ligel IRIB Newsê, behsa bi navkirina roja cîhanî ya Qudsê ji aliyê Îmam Xumeynî (RE) ve kir û got, wan ragihandiye ku hemû umeta îslamî û azadîxwazên cîhan wê di vê rojê de beşdarî meşa piştgiriya gelê mezlûm ê Filistînê bibe.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku îsal roja cîhanî ya Qudsê xusûsiyeteke xwe ya taybet heye û got: Têkoşîna gelê Filistînê li navçên dagirbûyî şeklekî nû wergirtiye û Rejîma Siyonîst ji ber vê yekê ditirse û ketiye nav fukaran.

Qalîbaf diyar kir ku amadebûna neteweya Îranê û misilmanên din û azadîxwazên cîhanê di meşa roja Qudsê de ji bo berevaniya ji gelê mezlûm ê Filistînê û parastina mafên mirovan, mirovatî û Îslamiyet li wê xaka pîroz e.

Serepeyv